Di êrîşa ku Amerîka-Îsraîlê li Îranê bir ser niştewarekî da yek jê dergûşeke 10 rojî 7 zarok hatin kuştin
Ankara
Di êrîşa ku Amerîka-Îsraîlê bir ser niştewarekî li rojhilata Tehranê da yek jê dergûşeke 10 rojî, 7 zarok hatin kuştin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya nîvfermî, Amerîka û Îsraîlê duh li rojhilata Tehranê êrîşî herêmên sivîlan kir.
Di êrîşê da dergûşeke 10 rojî jî di navê da 7 zarok hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Di dîmenên ku hatin weşandin da avahiyek di êrîşê da bi temamî xerab dibe.
- Di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya dijî bakurê Îranê da malbata 3 endamî hat kuştin
Hat ragihandin, li eyaleta Mazenderanê ya li bakurê Îranê, di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya dijî cih û warekî sivîlan da dê, bav û zarokek hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ku IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê spart Parêzgeha Mazenderanê, Amerîka û Îsraîlê li bajarê Ramserê yê eyaleta Mazenderanê êrîşên asîmanî birin ser cih û warên sivîlan.
Di êrîşên serê sibehê da malbateke 3 endamî ku ji dê, bav û zarok pêk dihat, pê va hat kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
