Di êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê da 3 kes birîndar bûn
Li Bexdaya paytextê Iraqê di êrîşa dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê hat kirin da 3 kes birîndar bûn.
Baghdad
Rayedarekî ewlehiyê yê Iraqî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand duh şev li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê bi moşekan va êrîş hat kirin û 3 kes birîndar bûn.
Rayedarê ewlehiyê der barê rewşa birîndaran da agahî neda û nasnameya wan eşkere nekir.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxuyandibû moşekên hatine avêtin Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, li Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ketin.
Ebdulmehdî hişyarî dabû û gotibû êrîşên bi vî rengî wê Iraqê veguhêze gijgijînê û anîbû ziman ewê nûnertiyên biyaniyan ên li welêt biparêzin.