Abdullah Tel
10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 11 Nîsan 2020
Hat ragihandin di êrîşa DEAŞê ya ku li bakurê rojavayê navçeya Tuzxurmatuya ser wîlayeta Selaheddînê da 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Polêsan a Tuzxurmatuyê Hiseyîn Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku endamên DEAŞa rêxistina terorê li nêzî balafirgeha eskerî ya Hîleweyê êrîş birin ser Heşdî Şabiyê.
Elî destnîşan kir ku ji wesayîta endamên DEAŞê diajotin va bi ser cihê xala kontrolê ya Heşdî Şabiyê va gule hat barandin û di êrîşê da 3 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Walî ragihand ku kesên hatin kuştin û birîndar bûn endamên Heşdî Şabiyê ne û piştî bûyerê li herêmê operasyonê dest pê kir.