Di êrîşa çekdarî ya ku li Awisturyayê li dijî dibistanekê hat lidarxistin da 11 kes hatin kuştin

Burgenland
Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku li Graza bajarê Awisturyayê li dijî dibistanekê hat lidarxistin da 11 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Berdevkê Polîsan Fritz Grundnig destnîşan kir ku li dijî dibistaneke li Dreierschützengasse ya li bajarê Grazê êrîşeke çekdarî hatiye lidarxistin.
Polîs ragihand ku di êrîşa li dijî lîseyê da tevî êrîşkarî 11 kesan canê xwe ji dest da ye.
Ji ber êrîşê Serokwezîr Christian Stocker hemî bernameyên xwe betal kirin, Wezîrê Navxweyî Gerhard Karner jî ber bi cihê bûyerê va bi rê ket.
Li gorî nûçeyên çapemeniya wî welatî, di dîroka welêt da cara yekê bûyereke wisa qewimiye, êrîşkar bi reşkorî va dibistan gulebaran kiriye, 9 kes kuştine û paşê jî di daşîra dibistanê da xwe kuştiye.
Hat îdiakirin ku êrîşkar xwendekarê wê lîseyê bû û rûbirûyê mobbingê maye.
Hat ragihandin ku êrîşkar ketiye nava 2 wangehan û ji reşkorî va gulebaran kiriye û paşê întîhar kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Avusturya'nın Graz kentindeki bir liseye düzenlenen silahlı saldırıda 11 kişi hayatını kaybetti, çok sayıda kişi yaralandı
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) June 10, 2025
• Olayın ardından okul polis tarafından tahliye edildi
• Saldırganın okulun eski öğrencisi olduğu ve okulun tuvaletinde intihar ettiği… pic.twitter.com/oMP3jBE0Mh