Dinya

Di zîrweya YEyê da der heqê Tirkiyeyê da danezana encamê hat ragihandin

"Di wê yekê da berjewendiya stratejîk a YEyê heye ku li Behra Spî ya Rojhilat digel dorhêleke ewle û biîstiqrar, bi Tirkiyeyê ra li ser esasê hevkariyê û sûdmendbûna dualî peywendiyekê durist bike"

Selen Valente Rasquinho  | 18.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Di zîrweya YEyê da der heqê Tirkiyeyê da danezana encamê hat ragihandin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, di wê yekê da berjewendiya stratejîk a wan heye ku bi Tirkiyeyê ra li ser esasê hevkariyê û sûdmendbûna dualî peywendiyekê durist bike û di vê çarçoveyê da jî ji bo wan gelekî girîng e ku mizakereyên Qibrîsê jinûva dest pê bikin.

Beşa têkildarî peywendiyên bi Tirkiyeyê ra ya danezana encamê ya zîrweya YEyê ku li Brukselê didome, hat ragihandin.

Di danezanê da wiha hat gotin, "Di wê yekê da berjewendiya stratejîk a YEyê heye ku li Behra Spî ya Rojhilat digel dorhêleke ewle û biîstiqrar, bi Tirkiyeyê ra li ser esasê hevkariyê û sûdmendbûna dualî peywendiyekê durist bike."

Di danezanê da hat ragihandin, pêşxistina xebatên têkildarî pêşniyazên rapora ku Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derva û Polîtîkaya Ewlekariyê ya YEyê Josep Borrell digel Komîsyona YEyê di Mijdara 2023yan da pêşkêş kir, hat xwestin û her wiha hat diyarkirin ku ji Komîteya Nûnerên Daîmî ya YE (COREPER) ra telîmat hat dayîn ku ev, bi awayekî "qonax bi qonax, hevseng û vegerandina bi paş da" û her wiha ku pêwîst bike jî di rêberiya îlawe ya Konseya YEyê da were bipêşxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın