Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bi pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û muxalifan û Şaxa PKKyê ya Sûriyeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêxistina terorê DAEŞê de dewam dike.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala xwe ya 5emîn de bi pevçûnên tund dewam dike.
Pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û muxalifan de li Şam û Helebê, yên di navbera DAEŞ û hêzên PYDyê yên ku rejîm piştgiriya wan dike de jî li Heseke û Reqayê dewam dikin.
Tundtirîn pevçûn li taxên navenda Hesekeyê, Reqa û bakûrê Helebê, Zebadaniya navçeya Şamê ya nêzîkê sînorê Lubnanê û herêma Cobarê ya li rojhilatê welat didomin.
Ligel vê hêzên hevpeymanê yên di serkêşiya DYAyê de jî li dijî hedefên DAEŞa ku nêzîkê ji 3yan 1ê axa welat kontrol dike êrîşên asîmanî yên gur pêk tînin.
- Li Hesekeyê li dijî DAEŞê hevkariya rejîm û PYDyê
Bajarê Hesekeyê yê li rojhilatê bakûrê welat di vê qonaxa dawîn a şer de yek ji wan deveran e ku pevçûnên pir tund lê diqewimin.
Başûrê bajarê di kontrola rêxistina terorê DAEŞê de ye. Bakûrê bajar jî di kontrola Şaxa PKKyê ya Sûriyeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk de ye dikeve nava "Kantona Cezîreyê".
Di pevçûnên di hundirê bajêr de hêzên rejîmê û PYD li dijî DAEŞê hevkariyê dikin.
Di navbera DAEŞ û PYDya ku dixwaze tevahiya bajêr bike kontrola xwe de pevçûn li hin taxan didomin. Lê di pevçûnan de alîyek zora yê din nabe û hin semt û avahî di nava van pevçûnan de carnan dest diguherînin.
Tundtirîn pevçûn li taxa Govran, Nîşva û Salîhiyeyê didomin.
Ji ber ku li taxa Govran û Nîşvaya Rojavayê PYD û li taxa Azîziyeyê jî erebên sunnî pir in, li vir PYD û hêzên rejîmê di nava hevkariyê de ne, li taxa Salîhiyeyê jî hêzên rejîmê bi DAEŞê re pev diçe.
Li gorî çavkaniyên herêmê pevçûn aniha li Nîşvaya Rojavayê gur in.
Ji xeynî vê hêzên, hêzên hevpeymanê yên di serkêşiya DYAyê de, unîteyên taktîkê, barbirên bizirx ên personelan û kozikên DAEŞê bombardiman dikin, hêzên rejîmê jî bi bombeyên vakûm û warîlê ve êrîşê noqteyên DAEŞê dikin.
- Li Şamê jî Zebadaniya nêzîkê sînorê Lubnanê girîng e
Li Şama paytext jî kontrol wiha ye; rojhilat û rojavayê başûr di konrtola muxalifan de, navend di kontrola rejîmê de û herêma Haceru'l-Eswedê ya li başûrê bajêr jî di kontrola DAEŞê de ye.
Zebadaniya navçeya Şamê ya nêzîkê sînorê Lubnanê jî di van rojên dawîn de wekî herêmeke stratejîk derdikeve pêş û lir vir di van demên dawîn de pevçûnên gur diqewimin.
Zebadaniya ku di kontrola muxalifan de ye, di rojên dawîn de tûşî êrîşên hêzên rejîmê û milîtanên Hîzbûllahê yên bi bombeyên vakûm û warîlê tê.
Tê destnîşankirin ku rejîm di rojekê de biqasî 4-5 caran li dijî Zebadaniyê êrîşa asîmanî pêk tîne. Dîsa tê gotin ku di nava 45 rojên dawîn de rejîmê 650 bombeyên warîlê, nêzîkê 200 fuzeyî û hezarek jî topên hewanê avêt ser Zebadaniyê.
- Li Îdlibê "heyfa Zebadaniyê"
Îdliba li bakûrê welat a nêzîkê sînorê Tirkiyeyê jî ji meha adarê û pê ve hema bi tevahî di kontrola muxalifan de ye.
Muxalif beramberê êrîşên hêzên rejîmê yên li Zebadaniyê, bi topên "cehennemê" û hewanê ve êrîşê gundê Fûa û Kafraya yên di kontrola rejîmê de dikin.
- Li Helebê operasyona muxalifan didome
Li bajarê Helebê jî kontrola sereke di destê hêzên rejîmê de ye. Hêzên rejîmê li bakûr û rojavayê bajêr ji aliyê muxalifan, li rojhilat û başûrê rojhilatê jî bajêr jî ji aliyê DAEŞê ve dorpêç kiriye. Li herêma Şêx Meqsûd jî milîtanên PYDyê bi bandor in.
- PYD li bakûrê Reqqayê zora DAEŞê dibe
Li Reqqaya ku li Sûriyeyê wekî navenda DAEŞê tê zanîn jî li hêla bakûr DAEŞ bi PYDyê re pev diçe.
Ji xeynî vê hêzên hevpeymanê li bakûrê bajêr hedefên DAEŞê her roj bombardiman dike.
Li Reqqayê devereke din a ku aliyek zora yê din nikare bibe jî Sirrîn e. Ev bajarok di navbera Kobanî û Reqqayê de li qeraxê rojhilatê Firatê dimîne.
Li gorî agahiya ku ji jêderên PYDyê hat wergirtin, heke ku Sirrîn ji destê DAEŞê were derxistin, hedefa din a PYDyê dibe ku Cerablûs be. Herwisa li rojavayê başûrê Kobanêyê yê li bakûrê Reqqayê jî pevçûnên di navbera DAEŞ û PYDyê de dewam dikin.