Dinya

Di rêya Duhoka bajarê Iraqê da bi ÎHA û moşekê êrîş hat kirin

Haydar Şahin  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 21.01.2026
Di rêya Duhoka bajarê Iraqê da bi ÎHA û moşekê êrîş hat kirin

Ankara

 Hat ragihandin, li herêma Çemşarê ya dikeve ser rêya Duhoka bajarê Iraqê, baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li Îranê fealiyetê dike, rastî êrîşa wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) û moşekê hat û kesek tê da hat kuştin.

PAKê serê sibehê li ser Xa platforma medyaya civakî ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, der barê êrîşê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku kesek hat kuştin, kesek jî birîndar bû.

Hat gotin ku di êrîşê da pêşiyê ÎHA hat bikaranîn, piştra moşekek avêtin baregehê, ÎHAyeke din a ku li baregehê ket jî neteqiya.

PAKê îdia kir ku Îranê êrîş kiriye, ji Îranê hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.

PAK li Îranê fealiyetê dike û li welêt wekî rêxistina terorê tê pênasekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın