Di qada ava kirinê da li Mûsilê tu pêşveçûn tuneye
Mûsila bajarê Iraqê nêzî 8 mehan e ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatiye sitendin lê ji ber tunebûnê di qada ava kirinê da tu pêşveçûn tuneye.
Arbil
HEWLÊR
Mûsila bajarê Iraqê ji 7 meha zêdetir e ku ji DEAŞa rêxistina terorê hatiye sitendin lê ji ber tunebûnê di qada avakirinê da tu pêşveçûn tuneye.
Waliyê Mûsilê Newfel Sultan Hamadî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê rewşa Mûsilê ya piştî DEAŞê avakirina bajêr da fikrên xwe parve kir.
Hamadî got: "Bajar 7 meh berê ji DEAŞê hat rizgarkirin lê di qada avakirinê da ji ber kêmasiya derfetên madî û tunebûnê tu pêşveçûn tuneye."
Walî Hamadî ragihand ku ji ber şerê bi DEAŞê ra li nav bajêr qewimî zirareke mezin gihîşt çar aliyê bajêr û qeyrana aboriyê û kêmasiya bihayê neftê jî rê li ber avakirina Mûsilê girt û wiha dewam kir: "Plana avakirinê amade ye. Lê ji bo sepandina plana avakirinê pereyê hewce dike nehat peydakirin. Ji bo temîrkirina binesaziya bajêr, avahiyên dewletê û deverên zirar dîtine perekî mezin lazim e."
Hamadî got ku zirara DEAŞê daye Mûsilê bi qasî 42 milyar dolaran digire û ji bo avakirina bajêr jî herî kêm 53 milyar dolar hewce dike.