Dinya

Di pêşbaziya serokatiyê ya li Amerîkayê da Trump li Carolînaya Bakur, Bîden jî Georgîayê qezenc kir

Di vê rewşê da Bîden 306 delege derxistin û mafê serokatiyê bi dest xist û Trump di 232 delegeyan da ma

Elif Irmak  | 14.11.2020 - Rojanekırın : 14.11.2020
Di pêşbaziya serokatiyê ya li Amerîkayê da Trump li Carolînaya Bakur, Bîden jî Georgîayê qezenc kir

Washington DC

Li Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê yên 59emîn da namzedê Komarparêz Donald Trump li Carolînaya Bakur, Joe Bîdenê Demokrat jî eyaleta Georgîayê qezenc kir.

Li gor encamên nefermî yên ku çapemeniya Amerîkayê weşand Trump ji sedî 50yê dengên li eyaleta Carolînaya Bakur sitand û hilbijartinên wir qezenc kir. Namzedê Demokrat Bîden ji sedî 48,6 deng hildan. Bi vê encamê Trump Bîden li eyaletê li paş hişt û 15 delege derxistin.

Ji aliyê din va Bîden ji sedî 49,52yê dengên li eyaleta Georgîayê hildan û hilbijartin qezenc kir. Namzedê Komarparêz Donald Trump jî ji sedî 49,23 deng hildan. Bîden li vê eyaletê 16 delege derxistin.

Li gor rewşa berdest Bîden gihşat 306 delegeyan û mafê serokatiyê bi dest xist û Trump di 232 delegeyan da ma.

Li Amerîkayê kesê ku di hilbijartina serokatiyê da 270 delegeyan derxîne mafê serokatiyê bi dest dixe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın