Fatma Sevinç Çetin
21 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya destnîşan kir li 47 bajarê di Operasyona Narkoguç-40î da 376 şikbar hatine qefaltin.
Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir dijî çêkirin û firotina hişbirê bi beşdariya 535 ekîb, hezar û 94 personel û 21 kûçikên dedektor li 47 bajarî operasyon hatiye kirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya destnîşan kir di Operasyona Narkoguç-40î da tonek û 156 kîlogram hişbir, 14 milyon û 200 hezar hebên hişbirê hatine qefaltin û 376 şikbar hatine binçavkirin.