İsa Toprak
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 14 Îlon 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di sê mehên dawîn da 258 terorîst hatin berterefkirin, 37 jê çalakiyên bibombe, pêşî li ber 44 çalakiyên terorê hatin girtin.
Yerlîkaya li GAMERa Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya hevdîtinên medyayê ya "Ankara90"î da bi nûnerên Enqereyê yên saziyan ra civiya.
Yerlîkaya daxuyand ku di 90 rojên dawîn da ji bo rêxistinên terorê ÎHA, SÎHA û ÎKU 15 hezar û 640 saet firîn û wiha dewam kir, "Me bi tevahî 43 hezar û 490 operasyon kirin. Di van operasyonan da 40 jê teslîm, 27 jê kuştî, 187 jê sax, 4 jê birîndar, bi tevahî 258 terorîst hatin berterefkirin."
Yerlîkaya destnîşan kir ku di vê heyamê da li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê 818 operasyon li bajaran, 41 hezar û 66 li deverên gundewar û çiyayî bi tevahî 41 hezar û 884 operasyon hatin kirin û wiha dewam kir, "Li deverên çiyayî û gundewar 20 operasyonên mezin, 137 operasyonên normal û 40 hezar û 909 operasyonên piçûk hatin kirin. Di hemû operasyonan da 214 terorîst hatin berterefkirin. Ji wan 27 kuştî, 149 sax in, 38 telîm bûn, 1299 gumanbar hatin binçavkirin. Ji van 312 hatin tewqûfkirin, der heqê 239an da biryara kontrola edlî hat dayîn. Li dijî FETOyê 1294 operasyon hatin kirin. 1955 gumanbar hatin binçavkirin, 391 gumanbar hatin tewqûfkirin, ji bo 333yan jî biryara kontrola edlî hat dayîn. Li dijî DEAŞa rêxistina terorê 260 operasyon hatin kirin, 42 terorîst hatin berterefkirin. 443 gumanbar hatin binçavkirin, ji van 106 hatin tewqûfkirin, ji bo 66an biryara kontrola edlî hat dayîn. Li dijî rêxistinên terorê yên çepgir 71 operasyon hatin kirin. 2 terorîst hatin berterefkirin. 104 gumanbar hatin binçavkirin. Ji gumanbaran 14 hatin tewqûfkirin, ji bo 21an biryara kontrola edlî hat dayîn."
Yerlîkaya diyar kir, "Di vê heyamê da 37 jê çalakiyên bibombe, pêşî li ber 44 çalakiyên terorê hatin girtin." û bi bîr xist ku beşdariya terorê "bi qasî meriv dikare bêje tuneye" kêm bûye û fîxana dayikên Diyarbekirê ket sala 5emîn.
Wezîr Yerlîkaya di 90 rojên dawîn ên nobetên ewladan da 4 mensûbên din ên rêxistina terorê teslîm bûn û jimara mensûbên ku gihîştin malbatên xwe derket 46an.