Dinya

Di navbera Îsraîl û MYEyê da vîze tên rakirin

Hat ragihandin di navbera Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da vîze wê bê rakirin.

Türkan Tosun  | 20.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Di navbera Îsraîl û MYEyê da vîze tên rakirin

Quds

 Hat ragihandin di navbera Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) da vîze wê bê rakirin.

Li gor nûçeya televizyona KANê ya Îsraîlê peymana ku vîzeyê di navbera Îsraîl û MYEyê da radike wê îro bê îmzekirin.

Di nûçeyê da hat gotin MYE wê bibe welatê Ereban ê ewil ku ji bo Îsraîlê vîzeyê radike.

Merasima îmzekirina peymanê wê li Balafirgeha Ben Gurîonê ya Navneteweyê ya Tel Avîvê çêbibe. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, Wezîrê Darayiyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin, Wezîrê Darayiyê yê MYEyê Ubeyd bîn Hemîd et-Tayyar wê peymanê îmze bikin û paşê daxuyaniyê bidin.

Ji bilî vê heyeteke MYEyê jî wê îro here Îsraîlê û ji bo ku seferên ticarî hêsantir bên kirin ewê bi rêvebiriya Tel Avîvê ra hin peymanan îmze bike.

Îsraîl û MYEyê di 15ê îlonê da li Qesra Spî bi merasimê va peymana asayîkirina peywendiyan îmze kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın