Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPGyê da peymaneke nû hat îmzekirin ku pêşbîniya agirbest û entegrasyona gav bi gav dike
Ankara
Di navbera hikûmeta Şamê û YPGya rêxistina terorê da peymaneke nû ya ku pêşbîniya agirbest û entegrasyona gav bi gav dike, hat îmzekirin.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê di nûçeya ku spart çavkaniyên hikûmetê, ragihand ku hikûmeta Şamê û YPG gihîştine rêkeftinekê ku agirbestekê û entegrasyona gav bi gav a pêkhateyên eskerî û îdarî destnîşan dike.
Li gorî agahiyan, peyman agirbesteke di navbera hêzên Sûriyeyê û hêmanên YPGyê da û yekgirtina gav bi gav a pêkhateyên eskerî û îdarî yên her du aliyan vedihewîne.
Di vê çarçoveyê da hat gotin ku li ser "vekişîna hêzên eskerî ji xetên têkiliyê û ketina hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê nav navendên bajarên Hesekê û Qamişloyê ji bo xurtkirina aramiyê" lihevkirinek hatiye kirin.
Her wiha di peymanê da hat destnîşankirin ku "pêvajoya yekkirina hêzên ewlehiyê li herêmê dê were destpêkirin, dê firqeyeke eskerî were avakirin ku 3 tugayên girêdayî YPGyê di nav da ne û tugayeke girêdayî hêzên Eynulerebê dê di nav firqeyek girêdayî parêzgeha Helebê da were tevlêkirin."
Her wiha hat ragihandin ku peyman, entegrekirina qaşo saziyên rêveberiya xweser li deverên ku ji hêla YPGyê va hatine dagirkirin di nav saziyên dewleta Sûriyeyê da û parastina meqamên karmendên sivîl jî di xwe da digire.
Her wiha hat ragihandin ku alî li ser sererastkirina mafên sivîl û perwerdehî yên civaka Kurd li Sûriyeyê û garantîkirina vegera kesên koçber bo herêmên wan li hev kirine.
Li gorî agahiyan, armanca peymanê ew e ku yekîtîya axa Sûrîyeyê misoger bike, serweriya hiqûqê û hevkariya di navbera aliyên peywendîdar da ji bo pêkanîna entegrasyoneke tevahî li herêmê xurt bike û hewldanên ji bo ji nû ve avakirina welêt yek bike.
Operasyona ku artêşa Sûrîyeyê di 16ê Çileya Paşîn da li dijî YPGya rêxistina terorê li deverên rojavayê Rûbarê Feratê dest pê kir, paşê bi beşdariya eşîran ber bi rojhilatê rûbarê va berfireh bû û beşek mezin ji axa ku rêxistinê dagir kiribû ket bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê.
Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a ku di 18ê Çileya Paşîn da di navbera hikûmeta Şamê û YPGyê da hat îmzekirin, xalên wekî vekişîna tevahî ya rêxistinê ji parêzgehên Reqa û Dêra Zorê yên li rojhilatê Rûbarê Feratê, veguheztina saziyên giştî yên li Hesekê bo dewletê, kontrola hemû deriyên sînor û çavkaniyên enerjiyê ji aliyê desthilata navendî va û entegrekirina takekesî ya hêmanên YPGyê di nav hêzên ewlehiyê de dihewîne.
Piştî redkirina YPGyê ya pabendbûna bi peymanê, şer û pevçûn di 19ê Çileya Paşîn da ji nû va dest pê kirin. Di 20ê Çileya Paşîn da, hikûmeta Sûriyeyê agirbesteke çar rojî ragihand û ji bo entegrekirinê 4 roj dem da YPGyê.
Ev agirbest di 24ê Çileya Paşîn da ji bo 15 rojan hatibû dirêjkirin.
- Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê da zanîn ku peymana bi YPGyê ra dê roja duşemê bikeve meriyetê
Wezîrê Enformasyonê yê Sûriyeyê Hemze el-Mistefa ragihand ku peymana nû ya bi YPGya rêxistina terorê hat kirin "prosedurên tetbîqkirina pratîk" di mutebaqata di 18ê rêbendanê da temam kir û dê roja duşemê dest bi cî bi cîkirina peymanê bikin.
Mistefa daxuyanî dan Sûriye TVyê û der barê agirbesta di navbera birêvebiriya Şamê û YPGyê da çêbû û mutebaqata nû ya ku di entegrasyona bi qedeme pêş dibîne da nirxandin kirin.
Mistefa da zanîn tê plankirin ku sehayên neftê yên Rîmeylan û Suweydiyeyê yên li herêmê û Balafirgeha Qamişloyê di nav 10 rojan da teslîmî birêvebiriya Şamê bikin û da zanîn ku midûrê ewlehiyê yê Hesekê yê ku nû hat tayînkirin jî dê roja duşemê dest bi peywirê bike.
Wezîr Mistefa got ku "Mensûbên HSDyê wek şexsî dê li lîwayên eskerî yên girêdayî Wezareta Parastinê bên entegrekirin."
Hatibû eşkerekirin ku di navbera birêvebiriya Şamê û YPGya rêxistina terorê da îro agirbest û mutebaqateke nû ya entegrasyona gav bi gav hat îmzekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
