Dinya

Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDyê da peymana entegrasyonê hat îmzekirin

Ömer Erdem  | 18.01.2026 - Rojanekırın : 19.01.2026
Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDyê da peymana entegrasyonê hat îmzekirin Handout - Suriye Cumhurbaşkanlığı

Istanbul

Di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDya rêxistina terorê da peymaneke ku wê rêxistinê di nav artêşê da bi tevahî entegre bike û agirbesteke berfireh dihewîne, hat îmzekirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera bi YPG/HSDya rêxistina terorê ra peymaneke ku agirbestê û rêxistinê bi tevahî entegre dike dihewîne, îmze kir.

Li gorî peymanê, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDyê da biryar hat dayîn ku li hemû eniyên şer û xetên têkiliyê agirbesteke berfireh û bilez bê îlankirin, hemû endamên rêxistinê vekişin rojhilatê Feratê, bajarên Dêra Zor û Reqayê bi tavilê û tevahî ji hêla îdarî û eskerî va teslîmî hikûmeta Sûriyeyê bên kirin, li bajarê Hesekeyê ku di bin dagirkeriya rêxistinê da ye hemû saziyên sivîl bi saziyên dewletê yên Sûriyeyê û sazûmanên îdarî va werin entegrekirin.

Li gorî peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDyê da, hemû çavkaniyên vejenê û deriyên sînor wê bikevin bin kontrola dewletê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.