Dinya, Koronavîrus

Di nav rojekê da ji ber Kovîd-19ê li Berzîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 322 kes mirin

Abdullah Tel  | 03.07.2020 - Rojanekırın : 04.07.2020
Di nav rojekê da ji ber Kovîd-19ê li Berzîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 322 kes mirin

Buenos Aires

Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1252, li Meksîkayê 679 û li Hindistanê jî 391 kes mirin.

Li Brezîlyaya di nav welatên şewbê herî zêde lê tesîr kir da piştî Amerîkayê di rêza duyemîn da ye di 24 saetên dawîn da 1252 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê li welêt ji ber şewba Kovîd-19ê di nav rojekê da li welêt 1252 kes mirin û heta niha li welêt 61 hezar û 884 kes mirin û jimara kesên şewb bi wan geriyaye jî 48 hezar û 105 zêde bû û gihîşt milyonek û 496 hezar û 858an.

Brezîlyaya ku nifûsê wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wek "navenda şewbê" tê binavkirin.

Di hejmara miriyan da Brezîlya ji Îngiltereyê derbas bû û piştî Amerîkayê di rêza duyemîn da ye.

Enstîtuya Erdnîgarî û Îstatîstikê ya Brezîlyayê daxuyanî da ragihand di meha gulanê da li seranserê welêt 4,2 milyon kesî semptomên wek agirê wan zêde, dikuxin, tehm û bêhna tiştekî hilnadin ku ev jî nîşaneyên şewba Kovîd-19ê ne, nîşan dan.

- Li Meksîkayê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihîşt 29 hezar û 189an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt ji ber şewba Kovîd-19ê 679 kes mirin û hejmara miriyan gihîşt 29 hezar û 189an.

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên li Meksîkayê jî 6 hezar û 741 zêde bû û gihîşt 238 hezar û 593an.

- Li Hindistanê heta niha ji ber Kovîd-19ê 18 hezar û 225 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê daxuyanî da û ragihand ku li welêt di 24 saetên dawîn da 391 kesî ji ber şewba Kovîd-19ê can da û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 225 kesan.

Li Hindistanê heta niha 627 hezar û 168 kes bi şewba Kovîd-19ê ketin û ji wan jî 379 hezar û 902 kes jî baş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın