Dinya

Di lûtkeya li Qesra Spî da Azerbayan û Ermenistanê deklarasyona hevpar a "ji bo aştiyê" îmze kir

Hakan Çopur  | 09.08.2025 - Rojanekırın : 09.08.2025
Di lûtkeya li Qesra Spî da Azerbayan û Ermenistanê deklarasyona hevpar a "ji bo aştiyê" îmze kir

Washington DC

 Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî lûtkeya sêalî ya ku bi mazûvantiya Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî hat kirin deklarasyona hevpar îmze kir.

Serokê Amerîkayê Trump di lûtkeya aştiyê ya li Qesra Spî hat lidarxistin da Serokomarê Azerbaycanê Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan ezimand.

Trump, Eliyev û Paşînyan piştî hevdîtinên dualî civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe da got ku "Ermenistan û Azerbaycan teahud dikin ku pevçûnan rawestînin, têkiliyîn bazirganî û dîplomatîk bidin destpêkirin û hember yekîtiya axa hev rêz bigirin."

Trump qal kir ku deklarasyona navborî ji bo herêmê firsendeke aştiyê ya girîng e û got ku "Em mueyideyên ku di qada parastinê da dijî Azerbaycanê tên tetbîqkirin radikin. Ev ji bo Azerbaycanê gelekî girîng e."

Serokomarê Azerbaycanê Eliyev jî got ku "Birastî jî rojeke dîrokî ye, em îro li Qafqasyayê aştiyê tesîs dikin. Ev dê ne tenê ji bo me dê ji bo herêmê jî firsendên girîng derxîne holê. Em ji ber ku sînordarkirinên li ser Azerbaycanê dewam dikin rakir spas (ji Trump ra) dikin. Sînordarkirinên ku salek piştî serxwebûnê hatin anîn piştî 33 salan hatin rakirin."

Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan got bi danezana hevpar a bi Azerbaycanê ra hat îmzekirin va gihaştin qonaxeke girîng û di navbera herdu welatan da bingeha dîrokeke nû hat avakirin.

Di lûtkeya sêalî da Serokomarê Azerbaycanê Eliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan deklarasyona hevpar a ku di navbera herdu welatan da wekî "nexşerêya ji bo aşityê" tê pênasekirin îmze kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın