Istanbul
Di Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da nîşangêra ji Çînê Qian Yangê madalyaya zêrîn a ewil qezenc kir.
Di pêşbaziya fînala tivingên bihewa da ku li Polîgona Nîşangêriya Osakayê ya li Tokyoya paytextê Japonyayê dikirin da Qian Yang a ji Çînê 251.8 pûan berhev kir û madalyaya zêrîn a ewil qezenc kir.
Ji Komîteya Olîmpiyat a Rûsyayê Anastasiia Galashinayê madalyaya zîv û ji Swêdê jî Nina Christenê madalyaya tunc qezenc kirin.
Skora ku Yangê bi dest xist wek rekora olîmpiyatê hat qeydkirin.