Di hilbijartina Iraqê da li HKIyê PDK bû yekemîn, Goran têk çû

Arbil
Di hilbijartina Iraqê da li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dengên xwe zêde kirin û bû yekemîn, Tevgera Goranê tu parlamenterî qezenc nekir, piştî hilbijartinê serokê wê îstifa kir û têk çû.
Li Iraqê di 10ê cotmehê da hilbijartina giştî ya pêşwext hat kirin û li gor encamên neteqez partiyên Kurdan 61 parlamenter şandin Meclisê.
Partiyên Kurdan di hilbijartina giştî ya 12ê Gulana 2018an da bi tevahî 58 parlamenter şandibûn Meclisê. Di hilbijartina Gulana 2018an da PDKyê 25 parlamenter şandin Meclisê, vê carê jî 32 parlamenter şandin Meclisê.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di 2018an da 18 parlamenter şandin Meclisa Iraqê, vê carê her çend bi Tevgera Goranê ra tifaq kir jî 15 parlamenter şandin Meclisê.
Di hilbijartina borî da Goranê jî 5 parlamenter şandin meclisê, lê vê carê tu parlamenterî qezenc nekir. Piştî têkçûna hilbijartinê Omer Seyîd Eliyê serokê partiyê û Lijneya Rêvebirinê ya partiyê îstifa kir.
Tevgera Nifşa Nû ku di hilbijartina 2018an da 4 parlamenter şandibûn meclisê, di vê hilbijartinê da 9 parlamenterî qezenc kir.
Di hilbijartinê da Partiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 4, Partiya Civaka Edaletê ya Kurdistanê (Komel) parlamneterek şand meclisê. Her du partiyan di 2018an da her yekî du parlamenter şandibûn meclisê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.