Dinya

Di firokeya ku li Qeterê ket da personelekî Artêşa Tirkiyeyê û 2 teknîsyenên ASELSANê şehîd bûn

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo personelên di firokeya ku li Qeterê ket da şehîd bûn, peyama serxweşiyê weşand.

Özcan Yıldırım  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Di firokeya ku li Qeterê ket da personelekî Artêşa Tirkiyeyê û 2 teknîsyenên ASELSANê şehîd bûn

Ankara

ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li Qeterê di firokeya ku ket da 4 personelên Artêşa Qeterê, personelekî Artêşa Tirkiyeyê û 2 teknîsyenên ASELSANê şehîd bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, di navbera Tirkiye û Qeterê da tevkariya eskerî û fealiyetên kordînasyonê li gor peymanên heyî û plansaziyan bê navber dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku firokeyeke Artêşa Qeterê ya di binê banê Fermandariya Hêza Hevpar a Yekbûyî ya Qeter-Tirkiyeyê da fealiyet dikirin, duh êvarê li gor tesbîtên ewil ji ber erizeya teknîkî ket behrê û wiha hat gotin:

"Bi ketina firokeyê ra xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest pê kirin, enqaza firokeyê û cinazeyên şehîdan hatin dîtin. Di qezayê da 4 personelên Artêşa Qeterê, personelekî Artêşa Tirkiyeyê û 2 teknîsyenên ASELSANê şehîd bûn. Sedema qezayê wê piştî tedqîqatan were tesbîtkirin.

Rehma Xwedê li hemû şehîdên me be ku di vê qezaya kedernak da şehîd bûn. Xwedê sebrê bide malbata wan, serê Artêşa me, Artêşa Qeterê, ASELSANê, miletê Tirk û gelê Qetera destebira sax be."

Wezareta Karên Navxweyî ya Qeterê serê sibehê daxuyandibû ku firokeyeke eskerî di kêliya wezîfeya xwe ya rutîn da erize da û ket behrê, ji 7 kesên ku di firokeyê da bûn, cinazeyê 6 kesan hatin dîtin.

- Serokomar Erdogan, ji bo personelên di firokeya ku li Qeterê ket da şehîd bûn, peyama serxweşiyê weşand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo personelên di firokeya ku li Qeterê ket da şehîd bûn, peyama serxweşiyê weşand.

Erdogan li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û wiha got:

"Ez bi xemgînî hînbûm ku li Qeterê di firokeya ku ket da, personelê Artêşa Tirkiyeyê û teknîsyenên ASELSANê tevî personelên Artêşa Qeterê şehîd bûn. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê qehreman, personelên me yên ASELSANê, eskerên Qetera dost û bira bike, ku di vê bûyera tal da ya em xemgîn kirin, jiyana xwe ji dest dan. Xwedê sebrê bide malbat û xizmên wan. Bila serê welatê me, miletê me, gelê Qeterê sax be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.