Dildar Baykan Atalay
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Seroka Dewletê ya Berwext a Venezuelayê Delcy Rodriguezê ragihand ku di erdhejên welêt da 164 kes mirin, 971 kes birîndar bûn.
Rodriguezê piştî her du erdhejên mezin ên ku li welêt çêbûn, civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rewşa dawî da agahî da.
Rodriguezê daxuyand ku di erdhejê da 164 kes mirin, 971 kes birîndar bûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û dibe ku jimara miriyan zêde bibe.
- Li Venezuelayê bi mezinahiya 7,2 û 7,5an du erdhej çêbûn
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), ragihand ku li Venezuelayê bi navbera 39 saniyeyan bi mezinahiya 7,2 û 7,5an du erdhej çêbûn.
USGSyê daxuyand ku li Venezuelayê 23 kîlomêtre ji aliyê başûrê rojhilata bajarê Yumareyê yê li ser eyaleta Yaracuyê va bi mezinahiya 7,5an û ji aliyê bakurê rojhilata bajarê San Felipeyê yê heman eyaletê va jî bi mezinahiya 7,2yan erd hejiya.
Hat gotin ku kûrahiya erdhejê li Yumareyê 10, li San Felipeyê jî 21,9 kîlomêtre di binê erdê da bû.