Dinya

Di erdheja ku mezinahiya wê 6 e û li Efxanistanê çêbû da ji 800î zêdetir kes mirin

Dildar Baykan Atalay  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Di erdheja ku mezinahiya wê 6 e û li Efxanistanê çêbû da ji 800î zêdetir kes mirin

Ankara

Hat ragihandin ku li wilayeta Kunarê ya li rojhilatê Efxanistanê bi mezinahiya 6an erd hejiya û di erdhejê da zêdetirî 800 kesî mirin û zêdetirî 2 hezar û 500 kesî jî birîndar bûn.

Zabihullah Micahidê Berdevkê Hikûmeta Berwext a Efxanistanê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîkayê da wiha got, "Mixabin erdheja îro li parêzgehên li rojhilatê bû sedema ziyanên canî û madî."

Zabihullah Micahid dû ra civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di erdhejê da ya ku duh bi şev çêbû û mezinahiya wê 6 bû, hejmara miriyan 800 e û hejmara birîndaran jî ji 2 hezar û 500î derbas bû.

Ji aliyê din va li herêmê yek jê bi mezinahiya 5,2yan, herî kêm 2 erdhejên zêdebar çêbûn.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyandibû ku navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojhilatê va 27 kîlomêtre dûrî Celalabada nêzî sînorê Pakistanê ye, 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye û mezinahiya erdhejê 6 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın