Di erdheja ku mezinahiya wê 6 e û li Efxanistanê çêbû da ji 600î zêdetir kes mirin

Ankara
Hat ragihandin ku li wilayeta Kunarê ya li rojhilata Efxanistanê bi mezinahiya 6an erd hejiya û di erdhejê da 622 kes mirin, 1555 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Efxanistanê Ebdulmetîn Kanî daxuyanî da û diyar kir, duh bişev bi mezinahiya 6an erd hejiya û jimara kesên ku di erdhejê da mirin derket 622yan, jimara birîndaran jî derket 1555an.
Kanî daxuyand ku ji miriyan 610 kes ji wilayeta Kunarê, 12 kes jî ji wilayeta Nangarharê ne.
Kanî daxuyand ku gelek xanî kavil bûn, Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî yê hikûmeta berwext a Efxanistanê Siraceddîn Heqanî jî bangî rayedarên herêmî kir ku di dema herî kin da alîkariyê bigihînin herêmên erdhejê.
Ji aliyê din va li herêmê yek jê bi mezinahiya 5,2yan, herî kêm 2 erdhejên zêdebar çêbûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyandibû ku navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojhilatê va 27 kîlomêtre dûrî Celalabada nêzî sînorê Pakistanê ye, 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye û mezinahiya erdhejê 6 e.