Dinya

Di encamnameya Dadgeha Xezeyê da tekeziya li qirkirin û mêtingeriya Îsraîlê hat kirin

Lejla Biogradlija, İsmail Özdemir, Ayşe İrem Çakır, Irmak Akcan  | 29.05.2025 - Rojanekırın : 30.05.2025
Di encamnameya Dadgeha Xezeyê da tekeziya li qirkirin û mêtingeriya Îsraîlê hat kirin

Bosnia and Herzegovina

 Di encamnameya Dadgeha Xezeyê ya li Saraybosnayê da hat gotin, "Em Îsraîlê ji ber komkujî, dagirkeriya şêniyan ya bi dehan salan, êşkence û jiholêrakirinê bi zimanekî tund şermezar dikin."

Dadgeha Xezeyê (Gaza Tribunal) ku bi mebesta lêkolîna aliyên hiqûqî, siyasî û exlaqî yên ku li Xezeyê tên kirin, hatiye avakirin encamnameyek weşand.

Piştî rûniştinên înîsiyatîfa Dadgeha Xezeyê ku di 26ê Gulanê da li Zanîngeha Navneteweyî ya Sarayevoyê li Saraybosnaya paytexta Bosna Hersekê dest pê kir, endamên dadgehê Deklarasyona Saraybosnayê ji raya giştî re ragihandin.

Di encamnameya Dadgeha Xezeyê ya li Saraybosnayê da wiha hat gotin:

"Em Îsraîlê ji ber komkujî, dagirkeriya şêniyan ya bi dehan salan, êşkence û jiholêrakirinê bi zimanekî tund şermezar dikin."

Herwiha hat gotin, "Mîna ku Lijneya Giştî ya NYê jî pesend dike, em berxwedana çekdarî jî daxil her cure têkoşîna gelê Filistînê teyîd dikin. Em helwesta şermane ya gelek saziyên medyayê ku komkujiyê vedişêrin û propagandaya sîqilandinê dimeşînin şermezar dikin. Mafê ku gelê Filistînê qedera xwe tayîn bike mijara nîqaşê nîne, ev mafekî eşkere û bingehîn e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın