Di encama êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 108 Filistînî hatin kuştin
Istanbul
Li Xeta Xezeyê ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va êrîşên Îsraîlê lê berdewam in hejmara kuştiyan gihîşt 54 hezar û 880î.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da birîndar bûn û hatin kuştin agahî da.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 108 kes hatin kuştin û 393 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da ya ku Îsraîlê 19ê Çileya Paşîn binpê kiribû, heta niha 4 hezar û 603 Filistînî hatine kuştin û 14 hezar û 186 kes jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên Îsraîlê da yên ku ji 7ê cotmeha 2023yan pê va li dijî Xeta Xezeyê dest pê kiribûn heta niha 58 hezar û 880 kes hatine kuştin û 126 hezar û 227 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin li Xeta Xezeyê hê jî bi hezaran cinaze di binê kavilan da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
