Dinya

Di "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" da belgefîlma AAyê "Delîl" hat temaşekirin

Fatih Türkyılmaz  | 26.10.2025 - Rojanekırın : 27.10.2025
Di "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" da belgefîlma AAyê "Delîl" hat temaşekirin

Istanbul

 Di roja dawîn a bernameya "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" da ya ku teşebuseke kurewî û serbixwe ye ku hat damezirandin da ku sûcên şerî yên ku Îsraîlê li Xezeyê pêk anîn lêbikole, belgefîlma Ajansa Anadoluyê (AA) "Delîl" hat temaşekirin.

Di çarçoveya çalakiyên pêvekî yên "Dadgeha Xezeyê: Rûniştina Dawîn" da li Hola Şerefê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê belgefîlm hat nîşandan û ziyaretvanan eleqeyeke zêde nîşan dan.

Di belgefîlma "Delîl"ê da ya ku bi berhemanîna Abdulkadir Karakelleyê Dîrektorê Produksiyonên Taybet ên AAyê hat amadekirin, sûcên şerî yên Îsraîlê yên li Xezeyê bi dîmenên ku xwedî taybetiya delîlê ne tên nîşandan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.