Dinya

Di civînên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê da cara ewil hevserokê rejimê û mixalifan li ser maseyekê rûniştin

Bayram Altuğ, Muhammed Yusuf, Ömer Faruk Yıldız  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 22.10.2021
Di civînên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê da cara ewil hevserokê rejimê û mixalifan li ser maseyekê rûniştin

Geneve

 Li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê tûra şeşemîn a civînên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê dewam dike ku hiqûqnas Ehmed Kuzbariyê hevserokê heyeta rejima Beşar Esed û Hadî el Bahrayê hevserokê mixalifan li heman maseyê li hemberî hevdu rûniştin.

Bi serkêşiya Tirkiye, Rûsya û Îranê di 30yê Çileya Paşîn a 2018an da di navbera rejima Esed û mixalifan da li Soçiyê biryar hatibû dayîn ku Komîteya Qanûna Bingehîn bê avakirin.

Di 30yê Cotmeha 2019an da bi beşdariya 150 endaman va civînên vekirinê dest pê kiribûn û di 1ê Mijdara 2019an da civîn dawî bûbûn.

Piştî vê lijneya nivîsê ya "Koma Biçûk" a Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê ya ji 45 kesan pêk tê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê 5 tûr civîn kiribûn. Lê ji ber ku heyeta rejima Esed li hev nekiribû pêvajo xitimîbû û qanûneke bingehîn a nû nehatibû nivîsîn.

Nûnerê NYyê yê Taybet yê Sûriyeyê Geir O. Pedersen di civîna 17ê cotmehê da daxuyandibû herdu aliyan jî li hev kiriye ku pêvajoya amadekirina pêşnûmayekê ya ji bo nivîsandina qanûna bingehîn dest pê bike.

Piştî civîna Pedersen cara ewil hevserokê mixalifan Bahra û hevserokê rejimê Kuzbarî li ser heman maseyê bi wî ra rûniştin û civînek kirin. Bahra û Kuzbarî cara ewil li hemberî hevdu rûniştin.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê wêneyên herdu hevserokan ên li ser heman maseyê rûniştine belav kir.

- "Rejim bi zora navneteweyî hat ser masê"

Heyeta rejimê ji serê pêvajoyê vir bêdil e lê tevgerên wan ên di tura şeşemîn da ku hatin meydanê her çiqas di rojevê da cî girtibe jî endamên muxalif ên Komîteyê bi şik in.

Mihemed Ehmedê endamê Tirkmen ê di lijneya nivîsariya koma 45 kesan a Komîteyê da ku ji 150 kesî pêk tê da cî digire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rejim ji bo nelihevkirinê ji ya xwe da nayê xwarê û xwedî heman helwest ye.

Ehmedê nûnerê Tirkmen ji bo Kuzbarî û Bahrayê ku hevserok in û li ser heman maseyê hatin bal hev got: "Em ji vê re nebêjin nermbûn berevajiyê vê ev ji ber zextê bû. Lewra rejim di mijara Qanûna Bingehîn da tu carî nêzî lihevkirinê nebû. Ev dibe ku ji ber pêkutiya welatên derva be. Dibe ku tesîra Tirkiye, Rûsya û welatên din di vê gavê da hebe."

Ehmed diyar kir ku rejim ji ber zora navneteweyî hat ser masê.

- Komîteyê di tura şeşemîn da wezîfeya xwe ya sereke kir"

Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyyê hevdîtinên tura pêncemîn di 25-29ê Rêbendanê da kirin û Ehmed tevgera nelihevkirinê ya rejimê bi bîr xist û wiha domand: "Di vê civînê da rejim dîsa xwest ku nêzî nivîsandina qanûna bingehîn nebe û li ser xalên bingehîn qet nesekinî. Pederson jî weke ji vê yekê aciz bûbe xuya kir. Me muxalifan jî got ku heke nivîsandina qanûna bingehîn û xalên sereke dest pê neke êdî em nayên ser vê maseyê û paşê hevdîtinên bi Moskovayê ra çêbûn. Şa bi qasî 4 mehan sekinî û paşê Pederson dîsa pê ra axivî. Paşê bi saya Amerîka, Rûsya û dîplomasiya Tirkiyeyê hevdîtinan ji nû va dest pê kir."

Ehmed ragihand ku piştî ewqas civînan cara ewil e ku komîte di tura şeşemîn da karê xwe dike û wiha domand: "Belê di vê turê da cara ewil bû ku rejim li ser xalên sereke yên qanûna bingehîn sekinînê nîqaş kir. Mijara nivîsandinê û nîqaşan dest pê kir. Meriv dikare bibêje ku cara ewil e mijara qanûna bingehîn tê nîqaşkirin û li serê tê sekinîn."

Ehmed destnîşan kir ku niyeta rast a rejimê di roja dawîn a civînê da wê kifş bibe û ew jî sibê ye.

Tariq El Kurdiyê endamê komîteyê yê ji mixalifan jî bal kişand, komîteyê cara ewil di vê turê da bi rastî dest bi cîbicîkirina peywira xwe kir û wiha got, "Belê du hevserok cara ewil hatin cem hev. Ev mijar di nava rêgezên usûla xebatên Komîteya Destûrê ya NYyê kifş kir da heye. Lê ev yek di 5 turên ewil da pêk nehatibû. Herdu hevserok roja yekşemê û duşemê li ser heman maseyê rûniştin. Roja sêşemê bi beşdariya Pedersen jî herdu hevserokan civîn kir. Ev geşedaneke erênî ye."

Kurdî diyar kir, ji bo wan tiştekî erênî ye ku herdu hevserok li ser heman maseyê rûniştin, lêbelê ew di mijara helwesta rejimê da xwe giran digirin û wiha dewam kir, "Em dikarin bêjin ku vê carê aliyê din (rejim) ji her 5 carên din cudatir hat. Lê ev yek têrê nake ku em erênî biaxivin. Em li benda encamê ne, ne li benda gotinên pûç û vala."

Di tura şeşemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyeyê da ya ku sibê dê bi dawî bibe, herdu alî divê dîroka tûra din jî kifş bikin.

- Komîteya Destûra Sûriyeyê

Komîteya Destûra Sûriyeyê piçûk û mezin, ji du koman pêk tê.

Koma mezin, hemû endamên komîteyê li xwe digire û her wiha ji 3 koman pêk tê ku ew jî rejim, mixalefet û nûnerên civaka sivîl in.

Koma piçûk jî ji 3 lîsteyan pêk tê ku her yek jê jî 15 kesan li xwe digire û ev kes ji nivîsîna destûrê berpirsyar in.

Reşnivîsên ku bi destê koma piçûk a 45 kesî tên amadekirin, divê ji hêla koma mezin a ku ji 150 kesî pêk tê, werin pesendkirin û her wisa ji bo biryarê jî divê herî kêm sedî 70yî endaman dengê "erê" bidin.

Her wisa du hevserokên komîteyê hene.

Hevserokatiya mixalifan Serokê berê yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê Hadî el Bahra dike, ya rejimê jî hiqûqnas Ehmed Kuzbarî dike ku di komîteya ku destûra berî niha amade kiribû da jî cih girtibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.