Dinya

Di êrîşa ku Îsraîlê li Xezeyê bir ser dibistana NYyê da 18 kes hatin kuştin

Di nav kuştiyan da xebatkarên UNRWAyê jî hene

Mohamed Majed, Safiye Karabacak, Ali Semerci  | 12.09.2024 - Rojanekırın : 14.09.2024
Di êrîşa ku Îsraîlê li Xezeyê bir ser dibistana NYyê da 18 kes hatin kuştin

Gazze

 Artêşa Îsraîlê êrîşî dibistaneke Ajansa Avadanî û Alîkariya Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêz (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Kampa Penaberan a Nusayratê ya li aliyê navîn a Xeta Xezeyê ya ku sivîlên ji cî û warên xwe bûne xwe sipartibûyê kir, zarok jî di nav da 18 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê da hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li Kampa Penaberan a Nusayratê Dibistana El-Caunî ya UNRWAyê bombebaran kir.

Di êrîşê da zaroik û xebatkarên UNRWAyê jî di nav da 18 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın