Dinya

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser çendîn herêmên Xezeyê da 103 Filistînî hatin kuştin

Mohamed Majed, Ekrem Biçeroğlu, Ömer Erdem  | 22.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser çendîn herêmên Xezeyê da 103 Filistînî hatin kuştin

Gazze

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser çendîn herêmên Xeta Xezeyê da 103 Filistînî hatin kuştin.

Munîr el-Burşê Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya li Xeta Xezeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Îsraîlê êrîşî çendîn herêmên Xezeyê kir.

Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê Burş daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 103 Filistînî di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin.

Munîr el-Burş bal kişand ku di nava kuştiyan da zarok û jin jî hene, di êrîşan da gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Şahidên ku ji AAyê ra axivîn jî diyar kir, artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li herêmên cuda yên Xezeyê êrîşî xaniyên Filistîniyan û konên ku xwe spartibûnê, kir.

Şahidan got ku, ji bo xelaskirina gelek Filistîniyên ku di binê kavilan da mane, xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.