Dinya

Di êrîşa rejima Esed a ser Îdlibê da 2 sivîl hatin kuştin

Abdullah Tel  | 05.03.2021 - Rojanekırın : 06.03.2021
Di êrîşa rejima Esed a ser Îdlibê da 2 sivîl hatin kuştin

İdlib

Li Sûriyeyê rejima Esed û komên terorîst ên di bin kontrola Îranê da ne li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê agirbest binpê kirin û di êrîşên birin deverên sivîl lê dijîn da 2 sivîl hatin kuştin û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriya wan dike ku li bajaroka Kefrenbîla başûrê rojavayê Îdlibê dikeve bi cî bûne bi çekên bejayî va êrîşî gundê Bzîzebûrê ya nêzî rêya M4ê ye kirin.

Di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin û 2 sivîlên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın