Dinya

Di êrîşa DYA-Îsraîlê ya li dijî deriyekî sînor yê di navbera Iraq û Îranê da kesek hat kuştin

Amerîka û Îsraîlê êrîşî Santrala Nukleerî ya Bûşehrê jî kir û kesek hat kuştin. Rayedarê Îranî her weha ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da heta îro 24 karmendên tenduristiyê canê xwe ji dest dane.

Haydar Karaalp  | 04.04.2026 - Rojanekırın : 04.04.2026
Di êrîşa DYA-Îsraîlê ya li dijî deriyekî sînor yê di navbera Iraq û Îranê da kesek hat kuştin

Baghdad

Di encama êrîşa DYA-Îsraîlê ya li dijî Deriyê Sînor yê Şelemçeya di navbera Iraq û Îranê da kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li gorî çapemeniya Iraqê, DYA-Îsraîlê li dijî aliyê Îranê yê bajarê Şelemçeyê yê li sînorî bajarê Besreyê êrîşa asîmanî li dar xist.

Di encama êrîşê da welatiyekî Iraqê hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Waliyê Besreyê Esad Îdanî di daxuyaniya xwe da anî ziman ku hatûçûna di deriyê sînor da hat ragirtin.

Her wiha hat ragihandin ku li Besreyê jî zeviyên neftê yên Mecnûn û Rumeylaya Bakur û komelgeha neftê ya Bercisiyeyê bi droneyan hedef hatine girtin.

Rayedarên Iraqê hê li ser êrîşan tu daxuyanî nedane.

- Amerîka û Îsraîlê êrîşî Santrala Nukleerî ya Bûşehrê kir û kesek hat kuştin

 Hat ragihandin ku hêzên Amerîka û Îsraîlê êrîşî Santrala Enerjiya Nukleerî ya Bûşehrê kir û di êrîşê da kesek hate kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Nîvfermî ya Îranê Farsê, Amerîka û Îsraîlê êrîşî Santrala Nukleerî ya Bûşehrê kir.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê da karmendekî ewlehiyê yê li santrala elektrîkê hatiye kuştin.

Li gor agahiyan ji ber teqîn û parçeyên şarapnelê avahiyeke li kêleka santrala elektrîkê zirar dîtiye.

Santrala Nukleerî ya Bûşehrê ji 28ê Sibatê vir va cara çaremîn e dibe hedefa êrîşên Amerîka û Îsraîlê.

- Rayedarê Îranî: Di êrîşên DYA-Îsraîlê da heta îro 24 karmendên tenduristiyê canê xwe ji dest dane

Hat ragihandin ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da heta îro 24 karmendên tenduristiyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mêhrê Serokê Saziya Servîsa Acil a Neteweyî Cafer Mîadfer derbarê mijarê da agahî da.

Mîadfer anî ziman ku 24 karmendên tenduristiyê dema xizmet pêşkêşî birîndaran dikirin hatine kuştin.

Mîadfer eşkere kir ku 3 ji wan kesan personelê Servîsa Acil a 115ê bûne û yên din jî ji beşên curbicur bijîşk, hemşîre û teknîsyen bûne.

- Artêşa Îsraîlê li seranserê Tehranê tesîsên binesaziyê kirin armanc

 Artêşa Îsraîlê ragihand ku li seranserê Tehrana paytextê Îranê ku digel DYAyê êrîşên xwe lê didomîne, êrîşên asîmanî li dijî tesîsên binesaziyê li dar xist.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da derbarê êrîşên ku duhê li seranserê Tehranê li dar xistin da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin li dijî tesîsên binesaziyê hinek êrîş hatine lidarxistin. Her wiha hat îdiakirin ku di serî da tesîseke enbara mûşekên ku ji bo armancgirtina balafiran hatine çêkirin, ên Artêşa Pasdarên Şoreşê, digel tesîsên parastina asîmanî hatine lêdan.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin tesîseke eskerî ya ku ewlekariya tesîsên lêkolîn û geşepêdana çekan a rêveberiya Tehranê dabîn dikir, enbareke mûşekên balîstik, tesîsên hilberîn, lêkolîn û geşepêdana çekan hatiye hedefgirtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın