Di êrîşa asîmanî ya Rûsyayê ya Îdlibê da 4 sivîl birîndar bûn

İdlib
Li Sûriyeyê, Rûsyaya ku piştgiriyê dide rejima Beşar Esed, êrîşên asîmanî birin ser cîwarên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê û di encamê da 4 sivîl birîndar bûn.
Li gorî çavdêrxaneya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên asîmanî birin ser gundên Mecdeleye, Ruweda, Marbelît û Martabiyê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê.
Li gorî agahiya ku ji peywirdarên Parastina Sivîlên Îdlibê hat wergirtin, di êrîşa balafirên Rûsyayê yên dijî gundê Mecdeleyê da 4 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên Parastina Sivîlan, birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiya herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.