Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî xaniyekî li başûrê Xeta Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin
Gazze
Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî xaniyekî li başûrê Xeta Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Rêveberiya Parastina Sivîl a Xezeyê da, li herêma Benî Suheylayê ya li rojavayê bajarê Xan Yûnisê, piştî êrîşa li dijî xaniyekî sivîlan xanî wêran bû û ji enqazê 3 termên Filistîniyan hatin derxistin, 15 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha duh di encam êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî xalên cuda yên Xeta Xezeyê da tevî agirbestê 25 Filistînî hatibûn kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê derbarê mijarê da daxuyandibû ku di nava 25 kesên kuştî da jin û zarok jî hene û di êrîşan da ji 77an zêdetir kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Parastina Sivîl jî bal kişand ser wê yekê ku artêşa Îsraîlê li dijî wan herêmên ku di çarçoveya agirbestê da jê vekişiya bû, dîsa êrîşan li dar dixe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
