Dinya

Di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya dijî Îskeleya Benderpolê ya li başûrê Îranê da 5 kes hatin kuştin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya dijî Îskeleya Benderpolê ya li başûrê Îranê da 5 kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya dijî Îskeleya Benderpolê ya li eyaleta Hurmuzganê ya başûrê Îranê da, 5 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê daxuyaniya Walîtiya Hurmuzganê weşand.

Di daxuyaniyê da hat gotin di êrîşa vê sibê ya Amerîka û Îsraîlê ya dijî Îskeleya Benderpolê ya li eyaleta Hurmuzganê da, 5 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin 2 keştî û wesayîtên li derûdorê xisar dîtin û ekîbên agirkujê jî çûn herêmê.

Hat destnîşankirin birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın