Dinya

Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî kampeke penaberên Filistînî ya li Libnanê da 13 kes hatin kuştin

Ethem Emre Özcan, Burak Dağ  | 19.11.2025 - Rojanekırın : 19.11.2025
Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî kampeke penaberên Filistînî ya li Libnanê da 13 kes hatin kuştin

Beyrut

 Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Eyn Hilwa ya Filistîniyan a li bajarê Saydaya ku dikeve başûrê Libnanê da 13 kes hatin kuştin.

Îsraîl tevî peymana agirbestê ya ku di 27ê Mijdara 2024an da hatiye îmzekirin, êrîşên xwe yên li dijî herêmên başûrê Libnanê didomîne.

Li gorî nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, Îsraîlê li dijî Kampa Penaberan a Eyn Hilwayê êrîşa asîmanî li dar xist.

Hat ragihandin ku piştî êrîşa li dijî derdora Mizgefta Xalid Bin Welîd a li kampê, dengê çekan hatiye bihîstin û ambulans gihîştine herêmê.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşê da 13 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya êrîşa li dijî Kampa Penaberan a Eyn Hilwa ya Filistîniyan a li bajarê Saydayê ya li başûrê Lubnanê girt ser xwe.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Kampa Penaberan a Filistîniyan baregeheke perwerdeyê ya Hemasê ye û di êrîşê da endamên Hemasê bûne hedef.

Ji aliyê din va, li parêzgeha Nebatiyeyê, di êrîşên bi droneyan ên Îsraîlê yên li dijî 2 wesayîtan da, di heman rojê da 2 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın