Dinya

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan ji 60 hezarî derbas bû

Di 24 saetên dawîn da 113 kuştî û 637 birîndar anîn nexweşxaneyan

Safiye Karabacak  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan ji 60 hezarî derbas bû

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 113 zêde bû û derket 60 hezar û 34an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 113 kuştî û 637 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 8 hezar û 867an, jimara birîndaran jî derket 33 hezar û 829an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 60 hezar û 34an, jimara birîndaran jî derket 145 hezar û 870yî.

"Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê" ku di gotina Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belakirinê ava kirin û li wan herêman bi awayekî sîstematîk Filistîniyan dixin hedef. Di encama hedefgirtina Filistîniyan da jimara kuştiyan ji 27ê Gulanê vir va derket 1179an, jimara birîndaran jî derket 7 hezar û 957an.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.