Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da 72 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji serê sibehê va berdewam in, herî kêm 72 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên tendirustiyê û şahidên bûyerê, li taxa Tuffaha li rojhilatê bajarê Xezeyê, komeke sivîlan li nêzîkî dibistana Şaban Rîsê bûn armancê êrîşên asîmanî û di encamê da 8 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Di heman saetan da li peravên nêzîkî Kampa Penaberan a Şatiyê ku dikeve rojavayê bajarê Xezeyê, di encama êrîşa hêza deryayî ya Îsraîlê da masîgirekî Filistînî canê xwe ji dest da yek jî birîndar bû.
Herwiha di encama êrîşa artêşa Îsraîlê da ya dijî Filistîniyên ku li navendên alîkariya mirovî ya qaşo di bin rêveberiya Îsraîl-DYAyê da ya nêzîkî Korîdora Netzarîmê, Filistîniyek hat kuştin, 174 kes birîndar bûn.
Li herêma Mewasiya ser bi bajarê Xan Yûnisê ku dikeve başûrê Xezeyê û lil taxa Şêx Nasirê di encama topbaran û êrîşên asîmanî yên Îsraîlê da 9 kesan canê xwe ji dest da.