Dinya

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da 69 Filistînî hatin kuştin

Halime Afra Aksoy  | 19.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da birin ser Xezeyê da 69 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 69 zêde bû û derket 55 hezar û 706an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 69 kuştî û 221 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 5 hezar û 401an an, jimara birîndaran jî derket 18 hezar û 60î.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 55 hezar û 706an, jimara birîndaran jî derket 130 hezar û 101an.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.