Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da 31 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Artêşa Îsraîlê ji serê sibehê vir va êrîşî çendîn herêmên Xeta Xezeyê kir û di êrîşan da 7 jê kesên li benda alîkariyê bûn, bi tevahî 31 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji şahid û personelên tenduristiyê hatin hildan, artêşa Îsraîlê ji serê sibehê vir va li çendîn herêmên Xeta Xezeyê niştewarên sivîlan, bendewarên alîkariyê, xanî û çadir kirin hedef.
Her wiha artêşa Îsraîlê li bakurê bajarê Xezeyê gelek êrîş birin ser kesên ku ji cî û warên xwe bûne û xwe spartine avahiyên pirqatî.
Di êrîşan da 7 jê bendewarên alîkariyê, 2 jê zarok bi tevahî 31 Filistînî hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.