Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser çendîn herêmên Xeta Xezeyê da 41 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Artêşa Îsraîlê ji serê sibehê vir va li herêmên cuda yên Xeta Xezeyê di êrîşan da 41 Filistînî kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan, artêşa Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê li taxên Şêx Ridwan û En-Nesrê yên ser bajarê Xezeyê êrîşî du xaniyên malbatên ku ji cî û warên xwe bûne kir. Di êrîşê da herî kêm 25 Filistînî hatin kuştin.
Li gor gotina şahidan dema ku bombe hatin barandin bi dehan kes di xewê da bûn û piraniya wan jin gelek kes di binê kavilan da man.
Di êrîşeke din a ku bi wesaîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) a Îsraîlê va li Şêx Ridwanê hat kirin da jî 3 kes hatin kuştin, birîndar neqlî Nexweşxaneya Şifayê kirin.
Artêşa Îsraîlê li taxa Ed-Deracê êrîşî xaniyê malbata Es-Safedî kir û 3 kes kuştin.
Li başûrê Xeta Xezeyê, herêma El-Mewasiyê ya li bajarê Xan Yûnisê jî konên penaberan hatin bombebarankirin. Di êrîşan da 10 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn. Di nava kuştiyan da jineke ducanî û zarokên wê jî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.