Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hejmara qurbaniyan gihîşt 72 hezar û 27an
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji sibehê va li dijî deverên curbicur ên Xeta Xezeyê li dar xistin da, hejmara kuştiyan di 24 saetan da 2 kes zêde bû û gihîşt 72 hezar û 27an.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li dijî Xeta Xezeyê didomîne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin. Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xezeyê û çavkaniyên tenduristiyê derbarê êrîşên Îsraîlê yên ji îro sibê va dewam dikin da agahî hat dayin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 24 saetan da termê 2 Filistîniyan digel 25 birîndaran gihîştine nexweşxaneyên li Xezeyê.
Di êrîşên ji 10ê cotmeha 2025an, ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 576 kes hatine kuştin û 1543 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 717 kesan hatiye derxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 174 Filistîniyên ku agahiyên wan di navbera 30ê Çileya Paşîn û 6ê Sibatê da ji aliyê Komîteya Dadwerî va hatine temamkirin û mirina wan hatiye piştrastkirin, li amarên giştî yên kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatine kuştin, hatine zêdekirin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, hejmara kuştiyan gihîşt 72 hezar û 27an û ya birîndaran jî gihîşt 171 hezar û 651ê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
