Dinya

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Îranê da 935 kes hatin kuştin

Mustafa Melih Ahıshalı  | 01.07.2025 - Rojanekırın : 01.07.2025
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Îranê da 935 kes hatin kuştin

Istanbul

Berdevkê Erkê yê Darazê yê Îranê Asgar Cîhangîr diyar kir, hejmara sivîlên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da hatin kuştin gihişt 935an.

Li gor ÎRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, Cîhangîr civîna çapemeniyê lidar xist û pirsên derbarê rojevê da bersivandin.

Berdevkê Îranî ragihand, di êrîşên artêşa Îsraîlê da ku 12 roj dewam kirin da 935 kes hatin kuştin, herwiha nasnameya kuştîyan ji aliyê Saziya Tiba Edlî va hat eşkerekirin.

Cîhangîr ragihand ku ji kuştiyan 38 zarok, 102 jin in.

Rayedarê Îranî derbarê hejmara birîndaran da agahî neda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın