Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên şev ên li dijî Xezeyê da 51 kes hatin kuştin

Ali Semerci  | 14.05.2025 - Rojanekırın : 14.05.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên şev ên li dijî Xezeyê da 51 kes hatin kuştin

Istanbul

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li deverên cuda yên Xeta Xezeyê yên ku şev hatin kirin da jin û zarok jî di nav da 51 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê ragihand ku Îsraîlê tevahiya şevê li başûr û bakurê Xeta Xezeyê malên Filistîniyan hedef girt.

Di êrîşan da jin û zarok jî di nav da jê 45 kes li bakurê Xeta Xezeyê, tevahî 51 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di nûçeyê da hat gotin cinaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya El-Avde û Nexweşxaneya Endonezyayê û cinazeyên hin kesan hê jî di binê kavilanda ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın