Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê da ji agirbestê û vir va ji 700î zêdetir kes hatin kuştin

Zeynep Hilal Duran  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê da ji agirbestê û vir va ji 700î zêdetir kes hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê yên ku ji agirbesta 10ê Cotmeha 2025an kete rewacê û vir va da 702 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da, daneyên dawî yên der barê kuştiyên ji ber êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan û vir va dewam dike çêbûne da parve kir.

Hat gotin ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê di nav 24 saetan da 10 cinaze û 18 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xezeyê.

Li Xezeyê di êrîşên piştî agirbesta ku di 10ê Cotmeha 2025an da ketibû rewacê û heta niha da 702 kes hatin kuştin, 1913 kes birîndar bûn û 756 cinaze jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin, derket 72 hezar û 278an û ya birîndaran jî bû 172 hezar û 13.

Artêşa Îsraîlê guh nade agirbesta ku di Cotmeha 2025an da hatibû îlankirin û êrîşên xwe yên dijî Xezeyê didomîne.

Hat gotin li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın