Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da zarok jî di nav da 29 Filistînî hatin kuştin

Ramzi Mahmud, Hosni Nedim, Halime Afra Aksoy  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da zarok jî di nav da 29 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên ku Îsraîl ji serê sibê pê va dibe ser herêmên cuda ên Xeta Xezeyê da zarok jî di nav da, 29 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê bajarê Xezeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê di serî da li herêmên navîn û başûr êrîşî malên sivîlan û kesên ku xwe spartine konan dike.

Artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Xezeyê, li nêzîkî Kampa Penaberan a Şatîîyê êrîşeke hewayî bir ser malekê. Di êrîşê da jineke ducanî û du zarok hatin kuştin.

Li Kampa Penaberan a Şatîîyê jî konê ku Filistîniyên bê cî û war tê da diman, hat bombebarankirin û Filistîniyek hat kuştin.

Li nêzîkî xaçerêya Kavkayê ya li heman kampa penaberan jî êrîş li malekê hat kirin, di êrîşê da gelek Filistînî birîndar bûn.

Li Kolana Nafakê ya li navenda bajarê Xezeyê di êrîşa dijî malekê da 5 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Eskerên Îsraîlê li dora Nexweşxaneya Sehabeyê jî ji hewa va êrîşî malekê kir, jin û mêr û zarokê wan malbateke ji 3 kesan pêk tê hatin kuştin.

Li Taxa Şêx Ridvan a li bakurê bajêr jî di êrîşa dijî malekê da 4 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li xaçerêya Ebu Îskender a li Taxa Şêx Ridvan wesayîteke bêmirov (ÎHA) ya artêşa Îsraîlê êrîşî qadeke Filistînî lê kom bûbûn kir. Di êrîşê da Filistîniyek hat kuştin hin kes jî birîndar bûn.

- Îsraîl ji hewa va êrîşî malan dike

Artêşa Îsraîlê li Taxa Zeytûnê ya li başûrê bajarê Xezeyê êrîşî malên Filistîniyan dike.

Di êrîşên li Taxa Zeytûnê da 2 Filistînî hatin kuştin.

Ji bilî vê, Taxa Şucaiyyeyê ya li rojhilatê bajêr jî ji hêla balafirên Îsraîlê va tê bombebarankirin.

- Êrîşên dijî navenda Xeta Xezeyê dewam dikin

Li Kampa penaberan a Bureycê di êrîşa hewayî ya dijî malekê da jin û mêr û qîza wan malbeteke ji 3 kesan pêk tê hatin kuştin.

Ji bilî vê, konekî li nêzîkî nexweşxaneyê bi ÎHAyê va hedef hat girtin û di êrîşê da gelek kes birîndar bûn.

Li herêma Netzarîmê jî ji ber guleyên eskerên Îsraîlê 3 kes hatin kuştin. Hat ragihandin ji Filistîniyan kesek ji ber birîna xwe ya êrîşa duh mir.

- Îsraîl êrîşî başûrê Xeta Xezeyê dike

Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser bajaroka Benî Suheylayê ya Xan Yûnisê ya li başûrê Xeta Xezeyê da 3 Filistînî hatin kuştin.

Jineke Filistînî jî li herêma Mewasiyê ya li başûrê rojavayê Xan Yûnisê, ji ber guleya eskerên Îsraîlê hat kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın