Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da 92 Filistînî hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar  | 18.05.2025 - Rojanekırın : 19.05.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da 92 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên ku ji sibeha şemiyê û vir va li ser Xezeyê dewam dikin da 92 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê ya ku xwe dispêre çavkaniyên tenduristiyê, Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî sivîlan didomîne.

Di nûçeyê da hat gotin Îsraîlê êrîşî avahiyeke li herêma Hamadê ya li bakurê rojavayê Xan Yûnisê ya li başûrê Xeta Xezeyê û maleke li bajarokê Abasan el-Kebîrayê yê li rojhilatê Xan Yûnisê kir.

Di êrîşa ewil da 2 xwîşk û bira hatin kuştin.

Li herêma Mewasiyê ya Xan Yûnisê, di êrîşeke esmanî ya ku li dijî konên penaberan da şewat derket. Di êrîşê da herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên ku ji îro serê sibê pê va li deverên cuda yên Xezeyê kir da 92 Filistînî hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji van kesan jê 34 kes li bajarê Xezeyê û li herêmên bakur hatin kuştin.

Çavkaniyên tibî û herêmî diyar kirin ku hêzên Îsraîlê di 48 saetên dawî da ji 200î zêdetir sivîl kuştin, qasî 300 hezar kes ji bakurê Xeta Xezeyê ber bi bajarê Xezeyê va bi zorê koçber kirin û nêzîkî 1000 xanî jî bi tevahî an jî qismî xirab kirin.

Heman çavkaniyan daxuyand ku qasî 140 cesed di binê kavilan da mane, Îsraîl rê li ber ambulans û ekîbên lêgerînê digire ku ew xwe bigîhînin herêmên hatine bombebarankirin û ev jî bi eşkere binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın