Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da jê 4 zarok, 10 kes hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar  | 11.05.2025 - Rojanekırın : 12.05.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da jê 4 zarok, 10 kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî konên ku sivîlên ji cî û warên xwe bûne lê dimînin, ên li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xeta Xezeyê da jê 4 zarok, 10 kes Filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, balafireke bêmirov a Îsraîlê (ÎHA) li herêma el-Emelê ya li rojavayê Xan Yûnisê konê malbata "el-Alemî" ya ku lê sitar bûbûn, bombebaran kir.

Di êrîşê da Mutasim Mihemed el-Alemî, jina wî û zarokên wan Mihemed û Neda hatin kuştin.

Li herêma Mevasiyê ya li bakurê Xan Yûnisê jî di êrîşa Îsraîlê da ji malbata "el-Axa" dayik, bav û du qîzên wan hatin kuştin.

Li Xan Yûnisê di êrîşa dijî konekî da Filistîniyek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Mevasî el-Kararayê ya li rojhilatê Xan Yûnisê jî li dijî duçerxîyekê êrîş hat kirin û kesek hat kuştin.

Li herêma Abasan el-Kebîrayê ya li rojhilatê Xan Yûnisê jî Îsraîlê êrîşeke zêde ya bi topan va kir. Di heman demê da ji wesayîtên eskerî yên Artêşa Îsraîlê jî gule hatin barandin.

- Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da malbatek jî di nav da 15 Filistînî hatin kuştin

Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîl ji 7ê cotmeha 2023yan vir va lê komkujiyê dike di êrîşên Îsraîlê da malbatek jî di nav da 15 Filistînî hatin kuştin.

Li gor agahiya ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî herêma Deyr el-Belaha li aliyên navîn ên Xezeyê ya ser konên Filistîniyan da 4 û di êrîşa dijî dibistaneke li bakurê Xezeyê da 2 Filistînî hatin kuştin.

Di êrîşa asîmanî ya ku Taxa Şêx Ridwana li bakurê rojavayê bajarê Xezeyê da Filistîniyek hat kuştin, dijî êrîşa dijî Taxa Tuffahê fa jî kesek hat kuştin.

Hat diyakirin ku balafirên şer ên Îsrîalê êrîşê Taxa Sabrayê ya li başûrê Xezeyê kirin û kona malbata Talîbhedef girtin û ji heman malbatê dê, bav û sê zarok hatin kuştin.

Li Taxa Şucaiyeyê êrîşên asîmanê û bi topê hatin kirin û li Cewra el-Lut û Refaha li başûrê Xezeyê 2 Filistînî bi êrîşa artêşa Îsraîlê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li Xezeyê gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın