Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 412an

Esat Fırat  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 412an

Gazze

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 412an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 48 saetan da cinazeyên 3 Filistîniyan ên ku di êrîşan da hatine kuştin û 9 birîndar anîn nexweşxaneyan.

Di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 442 kes hatin kuştin, 1236 kes birîndar bûn.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 71 hezar û 412yan û ya birîndaran jî bû 171 hezar û314.

- Li Xezeyê agirbest û peymana pevguhertina dîlan

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.

Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın