Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 52 hezar û 495an

Ali Semerci  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 04.05.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 52 hezar û 495an

Istanbul

 Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hatin kuştin, derket 52 hezar û 495an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên nû parve kirin.

Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da 77 kuştî û 275 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezeyê.

Artêşa Îsraîlê di 18ê Adarê da agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da çêbûbû, binpê kir û dîsa dest bi êrîşan kir. Hat destnîşankirin ku ji 18ê Adarê vir va hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin, derket 2 û 396an, hejmara kesên ku birîndar bûn jî derket 6 hezar û 325an.

Hat daxuyandin ku li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 52 hezar û 495an, ya birîndaran jî bû 118 hezar û 366.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê bi hezaran kuştî di binê kavilan da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın