Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da di 24 saetên dawî da 70 Filistînî hatin kuştin

Muhammed Emin Canik  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da di 24 saetên dawî da 70 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan 70 kes zêde bû gihîşt 54 hezar û 677an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kir.

Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da cinazeyên 70 kesî û her wiha 189 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezeyê.

Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê, di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir û di van êrîşan da 4 hezar û 402 Filistînî hatin kuştin, 13 hezar û 489 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 54 hezar û 677an, ya birîndaran jî bû 125 hezar û 530.

Hat ragihandin ku li Xeta Xezeyê hê bi hezaran kuştî di binê kavilan da hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın