Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da 20 Filistînî hatin kuştin
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên cuda ên Xeta Xezeyê yên ku ji şev heta niha dewam dikin da 20 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, balafirên şer ên Îsraîlê gelek malên di apartmanana bi navê "Rumuz" da ya ku nêzîkî herêma el-Kerameyê ya li bakurê rojavayê bajarê Xezeyê bombebaran kirin.
Di êrîşa Îsraîlê da15 Filistînî hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî mala malbata "El-Attar" a li taxa es-Selatînê ya li rojavayê Beyt Lahiyaya li bakurê Xeta Xezeyê jî 4 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa wesayîta bêmirov (ÎHA) ya Îsraîlê ya li dijî komeke Filistîniyên li bajaroka Cîbaliyeyê jî kesek mir û hin kes jî birîndar bûn.
Ji bilî vê, artêşa Îsraîlê gelek xanî û avahiyên sivîlên li bajarê Xezeyê û Refahê ya li başûrê Xezeyê bombebaran kir û hilweşand.

Ji dema ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe ji nû va da destpêkirin û vir va piraniya wan kal, pîr, jin û zarok 2 hezar û 436 Filistînî hatin kuştin û 6 hezar û 450 kes jî birîndar bûn.
Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 52 hezar û 535an û hejmara birîndaran jî bû 118 hezar û 491.
